Anmeldung Registrierung
Auto Hell Dunkel
Erweiterte Suche

COSMO Kurdî Archiv

197 Episoden
29 Minuten
Di 22'ê Mijdarê de li Bonn'ê konferanseke berfireh aştiyê tê li dar xistin, ku tê de pêvajoya li Tirkiye'yê tê gotûbêjkirin. Von Kamil Basergan.
42 Minuten
Rojnameger û nivîskar Perwer Armed bi pirtûka xwe Kemîna Mykonons’ê li ser vê suîqastê hûr bûye û di encama lêkolînkirina bi hezaran rûpel belge û hevdîtinên digel bi dehan şahidan de aliyên vê suîqastê derdixe holê, ku heta niha nedihatin zanîn. Von Celil Kaya.
28 Minuten
Roja 26’ê mehê PKK’ê biryara vekişîna hemû hêzên xwe yên çekdar ên ji nav Tirkiye’yê ragihand. Ev pêngav ji aliyê Tirk ve jî bi awayekî erênî hat pêşwazî kirin. Şandeya DEM Partiyê jî bi serokkomar Erdoğan rûnişt û peyam hat dayîn, ku herdu alî di berdewamkirina pêvajoyê de hevbîr in. Rojnameger Amed Dîcle biryara vekişînê û birêveçûna pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.
42 Minuten
Vê heftê hat ragihandin, HSD’ê û hikûmeta Şam’ê li hev kirine, ku HSD bi sazbûnên xwe wekî sê firqeyan tev li artêşa Sûrî bibe, ku YPJ jî dibe çendîn lîwa di nav wan de. Weha xuya ye, Amerîka û dewletên din ên garantor zext li ser hikûmeta Şam’ê kirine da ku pê razî be. Lê belê Tirkiye di vê yekê nerazî ye. Ji Kobani’yê, rojnameger Lezgîn Îbrahîm vê rekeftinê, şert û mercên paş wê de û herweha pêkaniya cih bi cih kirina madeyên wê şîrove dike. Von Celil Kaya.
26 Minuten
Pispor daxwaz dikin, ku di dibistanan de bikaranîna telefûnên destî were qedexe kirin. Ew dibêjin, telefûn di perwerdehî û perwerşînê de dibin pirsgirêk. Di vê podcastê de em bi mamoste Soma Altikulac û mamoste Skala Fatah re diaxivin. Von Kamil Basergan.
38 Minuten
Şerê Îsraîl û Îran'ê 12 rojan ajot û heta Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê jî rojekê rasterast tesîsên atomî yên Îran’ê bombebaran kirin. Taliyê di 25’ê mehê bi navbeykariya Amerîka’yê agirbestek hat ragihandin. Lê ji hingî ve herdu alî berdewam gef li hevdu dixwin. Em jî ji Zanîngeha Carleton a Kanada’yê bi profesorê alîkar bi Dr. Sardar Saadî re li ser vî şerî, helwesta Kurdên Rojhilat û pêşbîniyên sibê rojê dipeyivin. Von Celil Kaya.
34 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
32 Minuten
Partiya Karkekê Kurdistan’ê PKK, ku ji 1993’an ve li Almanya’yê qedexe ye, di sala 2022’an der serî li wezareta navxweyî dabû, ku qedexe were rakirin. Herçend wezaretê ev daxwaz red jî kir, rêxistinê serî li dadgeha îdarî ya Berlîn’ê da. Rêxistin niha biryarên çekdanîn û xwefesxkirinê jî li serlêdana xwe zêde dike. Ji MAF-DAD’ê parêzer Rengîn Engül şîrove dike. Von Celil Kaya.
27 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
34 Minuten
Di sala 2026’an de yekemîn zanîngeha navnetewî ya Kurdî-Almanî dest bi perwedehiyê dike û amadehî gihaştine qonaxa dawîn. Zanîngeh ewê ne tenê dersên ziman û wêja Kurdî bi zimanê Kurdî bide lê herweha beşên din ên wekî zanistên civakî û beşên teknolojiyê jî. Em jî ji lijneya damezinêr bi Lezgîn Botan re li ser amadehiyên zanîngehê û zehmetê û derfetên wê dipeyivin. Von Celil Kaya.
24 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
49 Minuten
Partiya Karkerên Kurdistan’ê PKK’ê li ser banga Abdullah Öcalan dawî têkoşîna xwe ya çekdarî anî û xwe fesix kir. Ev yek nayê wê wateyê ku wan dev ji doza xwe berdaye lê belê ewê ji niha û pê ve têkoşîna xwe bi rê û rêbazên aştiyane bimeşînin, wekî siyaset û rêxistinkirina civakî. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çîçek paşxaneya xwe fesixkirina PKK’ê û encamên wê yên ser pêvajoya çareseriyê dinirxîne. Von Celil Kaya.
31 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
38 Minuten
Roja 26’ê li Qamişlo’yê Konferenasa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat li dar xistin û di encamê de biryar derket, ku Kurd ewê bi şandeyeke hevpar herin Şam’ê, da ku doza mafên netewî yên Kurdan lê herweha yên pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin. Vê yekê li cem ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistan’ê lê tevahiya Kurdistan’ê bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Rojnameger Roj Mûsa him encamên konferansê him jî li dengvedan û karîgeriyên wê şîrove dike. Von Celil Kaya.
29 Minuten
Piştî ku HTŞ hat ser desthilatdariya Sûrî li welêt hewldanên guhertinê hene. Lê belê di vê serdemê de karîgeriyên desttêwerdanên ji derve ji her demê bêhtir in. Lê sibêrojeke çawa li benda Rojava û Sûrî ye? Em jî vê heftê ji GfbV Dr. Kemal Sido re, ku niha li Rojava ye û herweha bi rojnameger Siruan Haj Hussein re li ser rewşa niha û sibêroja Rojava û tevahiya Sûrî dipeyivin. Von Kamil Basergan.
COSMO Kurdî

COSMO Kurdî