COSMO Kurdî Archiv
197 Episoden
43 Minuten
Ji destpêka meha Cotmehê ve li nav bajarê Hesekê aloziyek heye, ku hin komên Ereban li dij desthilatdariya herêmî radibin û daxwaz dikin, ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be. Xwepêşandan bi lez veguherîn bûyerên şîddetê û êrîşên li dij Kurdan. Rayedar banga aramiyê dikin û xwepêşandan wekî provokasyon bi nav dikin lê belê li cem Kurdan tirs û fikar hene. Rojnameger Roj Mûsa bûyerên vê dawiyê yên li Hesekê û paşxaneya wan şîrove dike. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Vekişîna hêzên Amerîkî û Koalîsyona Navnetewî ya ji Iraq û Herêma Kurdistanê, ku tê plankirin heta 30ê Îlona 2026an bê temamkirin, guherîneke mezin a jeopolîtîk û leşkerî ye. Têkildarî vê mijarê, em jî li ser potansiyela guherînê û hêviyan di vê geşedana dîrokî de, bi Doç. Dr. Kardo Rashid ji Silêmaniyê, û rojnamevan Newroz Sinjar ji Hewlêrê re nîqaş dikin. Hin agahiyên zêdetir li ser vê mijarê dê di beşa din a vê podkastê de bin. Von Kamil Basergan.
43 Minuten
Di 10'ê Îlonê de Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirin hêzên Pêşmerge bi dawî bûye. Yekbûn dilê Kurdan xweş dike lê belê fikar jî hene, ka ev yekbûna vê dawiyê ewê yekbûneke rasteqîn be yan partîbazî ewê dîsa bibe asteng li pêşiya berjewendiyên netewî yên Kurdan. Ji Zanîngeha Birmingham'ê huqûqnas Dr. Hoshman Ismail rave dike. Von Celil Kaya.
54 Minuten
Di warê cih bi cih kirina rêkeftina 29'ê Çile de entegrasyona dezgeh û hêzên rêveberiya xweser a di nav dewleta Sûrî de bi dawî hat. Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk jî xwe fesix kir. Werçerxanek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de. Ji rêxistina civaka sivîl PÊL Ferhad Ehmê biryara fesixkirina HSD'ê û parastina destkeftên Kurdan a li Sûrî dinirxîne. Von Celil Kaya.
44 Minuten
Dr. Abdullah Încekan Dîwana Xerb-Şerqî ya helbestvanê mezin Goethe wergerand û ji weşanxaneya Nûbihar’ê çap kir. Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu rêzgirtin û zihnîyeta vekirî tê dîtin. Emê jî bi birêz Abdullah Incekan re li ser wergera Kurmancî ya Dîwana Goethe û serpêhatiya wî ya wergerê de bipeyivin. Em herweha jê dipirsin zêdeyî 200 sal piştî çapkirina pêşîn a Dîwanê, Goethe dixwaze gelên ji çandên cihê re çi bêje. Von Celil Kaya.
32 Minuten
Nivîskar Kakşar Oremar, di 17'emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin Aram Tîgran bi pîrtûkeke jînenîgariyê bi bîr tîne. Von Kamil Basergan.
39 Minuten
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî ya li Almanyayê. Rêvebera giştî ya YEKMAL’ê birêz Günay Darici pêvajoya dameziranda vê dibistanê û plansaziyên xwe yên sibê rojê rave dike. Von Celil Kaya.
35 Minuten
Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan dersan gelek kêm e. Yek ji sedeman jî ew e, ku mamoste têrê nakin. Yekmal Akademî jî da ku vê valahiyê dagire bernameyeke perwerdekirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî li dar dixe. Ji Yekmal a Bremen’ê bi Dr. Münevver Azizoğlu-Bazan vê perwerdehiyê, mufredat û meşandina wê rave dike. Von Celil Kaya.
32 Minuten
Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî nedabûn şerê Îran’ê. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de demokrasî, deshilatdariya huqûqê yan mafên mirovan nehatin rojevê. Dr. Kemal Sido rave dike. Von Celil Kaya.
29 Minuten
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike. Von Kamil Basergan.