Anmeldung Registrierung
Auto Hell Dunkel
Erweiterte Suche

COSMO Kurdî Archiv

197 Episoden
35 Minuten
Şerê Îran'ê her ku diçe dijwartir dibe û Komara Îslamî di warê leşkerî de mderbeke mezin xwar. Ji bo êrîşeke bejahî navên pêşmergeyên partiyên Kurd ên Rojhilatî derbas dibin. Çavdêrê siyasî Shorsh Alyari, rojnameger Agiri Emailnazhad û çalakvan Mahdi Fattahi mêvanên vê hefteyê ne. Von Kamil Basergan.
47 Minuten
Îsraîl û Amerîka careke din li Îran’ê dixin û Komara Îslamî ber xwe dide. Çavê Îsraîl û Amerîka li Kurdên Rojhilat e, ku li ser erdê şerê Komara îslamî bikin. Lê bi taybetî piştî tecrûbeya Rojava Kurdên Rojhilat bi baldarî tevdigerin. Gelo şerê Îran’ê ji bo Kurdan derfetek yan xeterek e? Hevkariya bi Amerîka ewê li ser çi şert û mercan be? Hêzên Kurdî çiqas amade ne? Ji KJAR'ê Maryam Fathi rave dike. Von Celil Kaya.
27 Minuten
Depresyon nexweşiyek e ku dikare were dermankirin e. Bi desteka civakî, terapiya psîkolojîk û heger hewce be bi dermanan, gelek kes dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî. Dr. Şwan Muhammed Omer li ser depresyonê û bandorên wê dipeyive û herweha şîretên pisporiyê dide. Von Kamil Basergan.
45 Minuten
Lêkolîneke nû diyar dike, ku nijadperestî û cudakarî parçeyeke jiyana rojane ya Kurdên München'ê ne. Mexdûr pirranî ciwan in û bi taybetî keçên ciwan. Lêkolîna Prof. Dr. Cinur Ghaderi Von Celil Kaya.
30 Minuten
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
42 Minuten
Rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şam'ê de di 2'ê Sibatê ket meriyetê. Nureddîn Ehmed wekî yekem waliyê Kurd ê Hesekê dest nîşan kirin. Dorpêça Kobanî berdewam dike. Amerîka'yê çima dev ji pişgiriya xwe ya bo HSD'ê berda? Rojnameger Dr. Tariq Hemo rave dike. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Li hember êrîşên ser Rojava, Kurd li her der ser piyan e. Pispor dibêjin ev şer û pevçûn li cem gelê Kurd dibe sedeme bêzariyên dêrûnî. Vê heftê dêrûnînas Houshyar Faqehi û nivîskar Mahmoud Tschawisch dibin mêvanên me. Von Kamil Basergan.
41 Minuten
Piştî ku Amerîka’yê piştigiriya xwe ya ji bo HSD’ê vekişand, artêşa Sûrî êrîşî HSD’ê dike û rewşa niha de HSD ji herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûrî vekişiya û parastina Rojavayê Kurdistan’ê dike. Kobanî careke din di bin dorpêçê de ye. Dema agirbestê di 24'ê mehê de diqede. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek rave dike. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Xwepêşandan û nerazîbûnên di nav welatiyên Îranê de berdewam dikin û hejmara xwepêşandêrên kuştî zêde dibe. Shler Bapiri, çalakvaneke ji rêxistina mafên mirovan Hangaw rewşa dawî rave dike. Von Kamil Basergan.
36 Minuten
Ji 6’ê mehê ve taxên Kurdan ên li Bakurê Helebê, Şêx Mesqûd, Eşrefiyê, Benî Zêd di bin dorpêça artêşa Ereb a Sûrî de ne. Meclîsa gel a Helebê jî di daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji taxên xwe dernakevin. Hêzên Asayişê yên wan taxan jî bi çekên xwe yên sivik ber xwe didin. Hevpeyvîna digel rojnameger Roj Mûsa. Von Celil Kaya.
24 Minuten
Wekî hercarê, di sala nû de hin qanûn û rêzikname tên guhertin. Herwiha li NRW'ê projeyên nû yên avadaniyê û mijara mazûvaniya Olîmpiyadan heye. Di vê podcastê de, emê awireke giştî vedin li ser guhertinên yasayî û îdarî yên ku di sala 2026an de li eyaleta North Rhine-Westphalia û li Almanyayê pêk tên. Von Kamil Basergan.
32 Minuten
Cosmo Kurdi Von Celil Kaya.
24 Minuten
Almanya siyaseta xwe ya penaberan hişktir dike û alîkariyên ji bo penaxwazan kêm dike, pê re hejmara serlêdanan jî kêm dibin. Von Kamil Basergan.
49 Minuten
Bi ser rûxana rejîma Esad salek buhurî. Lê belê Sûrî hîna jî him di warê aborî û him jî di warê ewlekariyê de ji aramî û seqemgiriyê dûr e. Çarenivîsa Rojava û Kurdan hîna jî mijara danûstandinan e. Desttêwerdanên welatên cîran ên wekî Îsraîl û Tirkiye’yê jî bê navber berdewam dikin. Hevpeyvîna digel Ferhad Ehmê, ji rêxistina sivîl PÊL. Von Celil Kaya.
32 Minuten
Vartînîs yek ji hovîtiyên salên 90’î yên li Bakurê Kurdistan’ê ye.. Fîlmsaz û derhêner Celil Badikanli û Özlem Diler jî li ser vê karesatê belgefîlmek çêkiriye. Von Celil Kaya.
COSMO Kurdî

COSMO Kurdî