Anmeldung Registrierung
Auto Hell Dunkel
Erweiterte Suche

COSMO Kurdî Archiv

197 Episoden
42 Minuten
Bi hevdîtina şandeya DEM Partî ya digel serokkomar Erdoğan pêvajoya çareseriyê ket qonaxeke nû lê belê aliyê Tirk hîna jî gavên hewce ne avêtin. Ji aliyê din de tê pêşbînî kirin, ku pêvajo heta dawiya meha Hezîranê bi awayekî serkeftî biçe serî. Ji Kongreya Netewî ya Kurdistan’ê KNK’ê Nilüfer Koç şîrove dike. Von Celil Kaya.
26 Minuten
Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 23-27’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de 30 fîlmên kurt, dirêj û belgefîm tên nîşandan û mijara sereke ya îsal Rojava ye. Herwiha gelek derhêner jî ewê di festîvalê de amade bin û temaşevanan re hevpeyvînê bikin. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.
37 Minuten
(c) WDR 2025 Von Celil Kaya.
27 Minuten
Li Almanya’yê zêdetirî 20 mîlyon koçber û penaber dijîn. Ji aliyekî ve welat zextên xwe yên li ser penaberan tundtir dike ji aliyê din de jî partiyên muxalefetê zextê li ser hikûmetê dikin ku penaberan dersînor bike. Von Celil Kaya.
30 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
34 Minuten
Di 10’ê mehê de fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê çiqas be? Von Celil Kaya.
38 Minuten
Abdullah Öcalan, ku ev 26 sal in di zindana Îmrali’yê de ye, di 27’ê mehê bang li PKK’ê kir ku di encama kongreyekê de çekên xwe deynin û xwe fesih bikin. Öcalan herweha ji deewleta Tirk xwest û ji bo pêkanîna vê yekê bingehên siyasî û huqûqî deyne. Em jî bi endamê konseya rêvebir a KCK’ê bi Zubeyir Aydar re him li ser vê bangê him jî pêvajoya ji niha û pê ve dipeyivin. Von Celil Kaya.
28 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
36 Minuten
21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ye. Em jî hersal bi boneya vê rojê mamosteyên Kurdî û pisporên perwedehiyê dikin mêvan. Û vê heftê jî em ji Yek-Mal Akademî bi Şerîf Derînce re dipeyivin. Yekmal Akademî vê dawiyê lêkolîneke berfireh a pirrzimaniyê di nav malbatên koçber ên li Berlîn’ê de meşand. Şerîf Derînce him li ser lêkolînê û him jî li ser encamên wê dipeyive. Von Celil Kaya.
41 Minuten
di 23’ê vê mehê hilbijartinên pêşwext tên li dar xistin. Mijara koçber û penaberan wekî hercarî di kampanyayên partiyan de cihê sereke digire. Helbet di nav namzetan de kesên esil biyanî jî hene. Wekî mînak Vedat Akter. Camêr ji Köln Mülheim/Leverkusen ji partiya Çep namzetê rasterast e. Emê jî vê heftê pê re li ser hilbijartinên pêşwext, namzetiya wî û nîqaşên ser koçberan bipeyivin. Von Celil Kaya.
43 Minuten
Serok Mesûd Barzanî di 16’ê mehê de li Hewlêr’ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye’yê yên ser bendava Tişrîn’ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani’yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî degvedanên vê hevdîtina li Hewlêrê gotûbêj dikin. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de li Tehran’ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Di Sibata 2024’an de Dadgeha Inqilaba Îslamî cezayê îdamê da Pexşan Ezîzî. Herweha cezayê 4 sal cezayê zindanê ji ber endametiya PJAK’ê. Dadgeha bilind jî di 8’ê mehê de wî cezayê pesend kir. Von Celil Kaya.
32 Minuten
(c) WDR 2025 Von Kamil Basergan.
21 Minuten
Şandeya DEM Partiyê şemiya buhurî li grava Îmrali'yê çû seredana Abdullah Öcalan. Diyar kir, ku ew piştgiriyê dide paradîgmaya nû û ji bo çareseriyê amade ye. Von Kamil Basergan.
29 Minuten
18'ê Kanûnê salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî rexne kirin û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtiyê derket. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvan e. Von Abducelil Kaya.
COSMO Kurdî

COSMO Kurdî