Anmeldung Registrierung
Auto Hell Dunkel
Erweiterte Suche

COSMO Kurdî Archiv

197 Episoden
45 Minuten
Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa dîrok, çand û civaka Kurdî dike. Von Celil Kaya.
34 Minuten
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
37 Minuten
Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike. Von Celil Kaya.
32 Minuten
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi birêveçûna vî şerî û karîgeriyên wî yên ser Rojhilatê Kurdistan'ê rave dikin. Von Kamil Basergan.
38 Minuten
Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî Efrîn û Şehba’yê hejmara parlamenterên Kurd gihaş 9 kesan. Hevdem serbestberdana dîlên HSD’ê û vegera xelkê Efrîn’ê jî berdewam dike. Rojnameger Roj Mûsa hilbijartin û vegera xelkê Efrîn’ê rave dike. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Parlamentoya Iraqê di 14’ê Gulanê de raya pêbaweriyê da kabîneya Elî Zeydî, lê hukûmetek ku tenê 14 wezîr derbas bûn û 9 wezaret nehatin erê kirin. Ji Başûrê Kurdistan’ê ji Silêmanî rojnamevan û şarezayê mijarên siyasî û ewlehiyê Newroz Sinjar rave dike. Von Kamil Basergan.
37 Minuten
Peymana nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Ev peyman piştî zêdeyî sedsalê hîna jî di rojevê de ye. Em jî bi Prof. Hamit Bozarslan re li ser vê peymanê û karîgeriyên wê yên roja me ya îroyîn dipeyivin. Von Celil Kaya.
31 Minuten
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
39 Minuten
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawan dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hene. Ji Amedê, ji Zanîngeha Dîcleyê ji Fakulteya Huqûqê bi Doç. Dr. Vahap Coşkun şîrove dike. Von Celil Kaya.
27 Minuten
Ji ber şerê Îranê bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne. Von Kamil Basergan.
49 Minuten
Herçend danûstandinên Îslamadê serneketin jî agirbesta lerzok a di navbera Amerîka û Îran’ê de berdewam dike. Trump vê carê abluqayek danî ser tengava Hurmuzê û li bendê ye, ku Îran şert û mercên wî qebûl bike. Herweha plansaziya tevlêkirina hêzên Kurdî ya di şerekî bejahî de ji bo niha hatiye rawestin. Ji Zanîngeha Sussex a Îngîltereyê, pisporê peywendiyên navnetewî, Doç. Dr. Kamran Matin rave dike. Von Celil Kaya.
31 Minuten
COSMO KURDI Von Kamil Basergan.
48 Minuten
Ev 33 sal in li Almanya’yê derfet heye ku zarokên Kurdan di dibistanên dewletî de hînî zimanê xwe yê dayîkê bin. Dersan serê pêşî di sala 1993’an de li Bremen’ê, ya dawî jî di 2025ân de li Saarland’ê dest pê kir û niha li heft eyaletan tên meşandin. Dr. Şerif Derince vê dawiyê li cem Zanîngeha Postdamê teza xwe ya doktorayê ya ser li Almanya’yê di dibistanên dewletî de hînkirina zimanê Kurdî pêşkêş kir. Von Celil Kaya.
25 Minuten
Sêyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê di navbera 17-19’ê Nîsanê de bi rê ve diçe. Di festîvalê de bi dehan fîlm, kurtefîlm û belgefîlm tên nîşandan. Em jî digel yek ji amadekarên vê festîvalê listîkvan û fîlmsaz Sarhat Hulaku re dipeyivin. Von Kamil Basergan.
40 Minuten
Almanya ji aliyekî ve qanûnên xwe yên koçberiyê hişktir dike lê ji aliyê din de jî ji bo hatina karker û xebatkarên pispor û zîrek derfetên nû vedike, ji ber ku pêdivî bi karkeran heye. Lê ji salên 60’î cihêtir divê karker pispor bin, xwendina wan a bilind hebe. Lê pêvajoya hatina wan çawa dimeşe? Çi zehmetiyên burokratîk û civakî derdikevin pêşiya wan? Endezyar Seyîtxan Ayav jî behsa serpêhatiya xwe ya hatina Almanya'yê dike. Von Celil Kaya.
COSMO Kurdî

COSMO Kurdî