Anmeldung Registrierung
Auto Hell Dunkel
Erweiterte Suche

COSMO Kurdî Archiv

197 Episoden
20 Minuten
Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Penaberê Kurd Çiya Rabiî parsal li bajarê Würzburg'ê mînakeke wêrekiya medenî nîşan da û li hember êrîşbirekî rawestiya. Ev mêrikê xelkê Mahabad hejayî çendîn xelatan hat dîtin. Von Kamil Basergan.
39 Minuten
Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gihand Almanya’yê. Û ev serpêhatiya xwe kir pirtûk û bi Tirkî û Almanî weşand. Von Celil Kaya.
30 Minuten
Di sala nû de, di warê alikariyên sosyal, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor ên biyanî de hin guhertin pêk tên. Wekî mînak di şûna Hartz IV de Bürgergeld. Lê ewê çi biguhere? Von Kamil Basergan.
30 Minuten
Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. HSD’ê ragihand herî kêm 20 şervanên wan di encama êrîşan de jiyana ji dest dane. Von Celil Kaya.
34 Minuten
WDR 2022 Von Kamil Basergan.
40 Minuten
Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçeya Güçlükonak a Şirnex’ê. Ji Amedê, nirxandinên rojnameger Hatice Kamer. Von Celil Kaya.
27 Minuten
WDR 2022 Von Kamil Basergan.
40 Minuten
Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurttir derxe pêşiya Esad? Em van pirsan, ji Washington‘ê ji rojnameger Sirwan Qiço bikin. Von Celil Kaya.
26 Minuten
WDR 2022 Von Kamil Basergan.
37 Minuten
Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye. Von Celil Kaya.
34 Minuten
WDR 2022 Von Kamil Basergan.
49 Minuten
Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, berî ku were Almanya’yê. Von Celil Kaya.
39 Minuten
Xwepêşandanên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya bi destê polîsên Komara Îslamî, dest pê kiribûn bê navber berdewam dikin. Pirraniya wan li Rojhilatê Kurdistanê dora 54 xwepêşandêr hatin kuştin û bi sedan kes jî hatin birîndar kirin. Aqûbeta bi sedan kesan, ku hatine girtin jî nayê zanîn. Li Almanya û welatên din ên Ewropa'yê jî çalakî tên li dar xistin. Von Kamil Basergan.
39 Minuten
Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Endamê Parlamentoya Eyaletê ya Berlîn’ê birêz Jian Omar re dipeyivin. Von Abducelil Kaya.
COSMO Kurdî

COSMO Kurdî