COSMO Kurdî Archiv
197 Episoden
53 Minuten
Di 14’ê Gulanê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin. Nazmet hêdî hêdî zelal dibin. HDP ji ber tirsa doza girtinê di bin navê partiya çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û ji bo serokkomariyê bixwe namzetek nîşan neda. Di 23’ê Adarê de Dadgeha Navnetewî ya Tahkîmê Milyar û nîv dolar cezayê père da Tirkiye’yê çima ku bêyî rizamendiya Bexda’yê nefta Kurdistan’ê difirot. Von Celil Kaya.
1 Stunde
Kurdên li Sûrî ji ber cudakariya li hember gilî û gazinan dikin, ku alîkariyên navnetewî nadin wan. Hevpeyvîna digel Yusuf Muhammed. Di derbarê travmaya erdhejê de heypevyîna digel dêrûnînas û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan. Romana dawî ya Bextiyar Elî Dagirkirina Tarîtiyê dibe şano. Hevpeyvîna digel derhêner Ihsan Othmann Von Celil Kaya.
44 Minuten
Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan. Von Abducelil Kaya.
26 Minuten
Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ? Von Celil Kaya.