COSMO Kurdî Archiv
197 Episoden
35 Minuten
Di sala 1973’an de dema ku stran a "Welatê me Kurdistan e" li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe "hit" û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî. Nivîskarê vê stranê Mecîd’ê Silêmên di Tebaxa 2028ân de li Qazaxistan’ê koça dawî kir. Von Celil Kaya.
34 Minuten
Hunermend Şivan Perwer îsal 50 saliya hunera xwe pîroz dike. Em jî di vê xeleka xwe de cih didin hunera wî û em bi nivîskarê jînenîgariya Şivan Perwer bi Dr. Abdullah Încekan re him li ser jiyan him jî li ser hunera vî hunermendî efsanewî dipeyivin. Von Celil Kaya.
32 Minuten
Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikê 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike. Von Kamil Basergan.
31 Minuten
Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Em van pirsan ji Frankfurt’ê ji sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç dikin. Von Celil Kaya.
43 Minuten
Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were, pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Em jî ji Rêxistina Civil Wave PÊL bi birêz Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxînin. Von Celil Kaya.
28 Minuten
Tirkiye li seranserî Başûrê Kurdistan’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê hatin vala kirin. Em jî di vê xelekê de bi Rojnameger Dilshad Anwar re li ser êrîşên Tirkiye’yê yên ser Başûrê Kurdistan’ê dipeyivin. Von Kamil Basergan.
31 Minuten
Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bin endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin. Von Celil Kaya.
28 Minuten
Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû. Ji Kerkûk’ê rojnameger Karwan Salehi him behsa ketina bajarê Mûsil’ê û rewşa piştî rizgarkirinê û ji nû ve avadan kirina bajêr dike. Von Kamil Basergan.
45 Minuten
Li Iraq'ê pêşniyara naskirina Êzîdiyan wekî miltteke cihê û komkirina 182 îmzeyên endamên parlamentoyê pêleke din a nîqaşan jî bi xwe re anî. Ev jî ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên Almanya’yê bi Dr. Îrfan Ortaç re, bi berdevkê Encûma Êzîdîyên Sûrî bi nivîskar û helbestvan Serhan Îsa re li ser vê mijarê dipeyivin. Herweha nivîskarê Êzîdî Newaf Mîro jî li ser vê nîqaşê dîtinên radigihîne. Von Celil Kaya.
35 Minuten
Îsal cara pêşîn li cem Zanîngeha Rojava ji Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî çendîn kesan dereceya masterê wergirtin, ku di nav wan de jin jî hene. Em jî pêşî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin. Von Celil Kaya.